ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Dibêjin 'heke AK Partî dîsa bibe desthilatdar, li Tirkiyeya Nû cihê me tune ye.' Belê li Tirkiyeya Nû ne cihê we ne jî cihê darbeker û darbexwazan heye. Li Tirkiyeya Nû ne ji rêxistina parelel re ne jî ji KCKyê re cih heye. Înşallah em ê bi hev re Trikiyeya Nû ava bikin."
Akdogan beşdarî Civîna Esnafên Otobês û Tirimbêla ya Enqereyê ya li ATO Congresîûmê hat lidarxistin bû. Akdogan li vir derbarê Tirkiyeya Nû de axivî got ku di nava kesên ku Tirkiyeya berê dixwazin û yên Tirkiyeya Nû ava dikin de şer heye.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan wiha got: "Bûyerên Parka Geziyê qewimîn, yên 17ê kanûnê çêbûn. Xwestin ku zirarê bidin vîna gel. Hin derbexwazan teşabusa derbeyê kir. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li hemberî hemû bûyeran sekinî, serê xwe dananî, herwiha we jî piştevaniya wî kir. Niha di nava kesên ku Tirkiyeya berê dixwazin û yên Tirkiyeya Nû ava dikin de şer heye. Li aliyekî aliyê şerxwaz û li aliyê din jî kadroyên AK Partiyê hene."
Akdogan got ku hilbijartina 7ê hezîranê ji bo wan girîng e û wiha dewam kir: "Em giringiyê didin vê hilbijartinê. Lewra heke AK Partî bi hêz be dê makezagona nû çêke. Ji bo me girîng e lê hin kes jî wek, meselya hebûn û nebûnê dibînin. Kî ne ew? Derbexwaz...Dibêjin 'heke AK Partî dîsa bibe desthilatdar, li Tirkiyeya Nû cihê me tune ye.' Belê li Tirkiyeya Nû ne cihê we ne jî cihê darbeker û darbexwazan heye. Li Tirkiyeya Nû ne ji rêxistina parelel re ne jî ji KCKyê re cih heye. Înşallah em ê bi hev re Trikiyeya Nû ava bikin."