TBMM
Parlementerê Stenbolê yê HDPyê Sirri Sureyya Onder der heqê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Ji bo me êdî em hatin dawiya rê, êdî berpirsyarî ya hikûmetê ye. Ka ew jî bi çi şertî ve dibe? Bi şertê ku hikûmet deklare bike dê xwedî li sozên xwe yên ku dan me û mutabaqatên ku pêk hatin derkeve ve çêdibe."
Onder tevî Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Bûldan û Îdris Balûken Pêvajoya Çareseriyê nirxandin.
Onder der barê pêvajoyê de îdia kir ku bloka îqtidarê ji ortê de bûye du qetan û wiha dewam kir:
"Li aliyekî Serokomar, li aliyekî hikûmet û ev jî di nava xwe de bûne çend perçeyan. Em li hêviyê bûn dema ku brêz Serokomar dibêje, 'li ortê mase tuneye, alî tunene û pirsgirêka kurdan tuneye' bira brêz Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Akdogan an jî endamekî din ê lijneya çareseriyê derketa û bigota, 'Brêz Serokomar ev mesele ne wisa ye em bi muxatabên xwe re wiha mitabiq neman'. Şûna wî ji me re gotinên ku pêşiya xwe nabîne yên mîna 'ev siyaset e û beriya hilbijartinê ye' gotin. Em hewl didin ku ji bloka parçebûyî ya îqtidarê aşitiyê derbixin. Brêz Serokomar dibêje, 'li ortê mase tuneye, alî tunene'. Ev teqez ne rast e. Hema qet nebe biqasî vê maseyê maseyeke mezin li Îmraliyê hat çêkirin. Li ortê maseyek heye, lê qoltixên wê vala ne."
- "Maseyeke dinê bikeve dewrê"
Onder got ku wan ji hikûmetê xwest ku "li ser vê mijarê biqasî cidiyeta Ocalan cidî bin" û wiha domand: "Heke ku kîngê serê we biêşe û hûn wî bêîtibar bikin, wêçaxê pêvajo gavek jî pêşde naçe."
Onder wiha xeberda: "Mase heye, li ser wê maseyê me bi hikûmetê re birek lihevkirin pêk anî, lê welat û pergal rûnexiya û dê nerûxe jî. Îja hûn maseyê bêîtibar bikin an jî wekî Serokomar pehna xwe lê bidin û welgerînin, wêçaxê maseyeke dinê bikeve dewrê. Ew mase jî maseyên harekatan yên li Daîreya Harekatê ya Sererkaniyê be. Wêgavê jî ne em, ne siyasî, ne dewlet, ne xelk û ne jî tukes nikare di bin vî barî de derkeve."