ÎSTANBÛL
Navçeya Fatîhê ya ku hin sahneyên fîlmên Hollywoodê yên mîna "Argo", "James Bond Skyfall", "Taken 2", "Two Faces of January" û "The Water Diviner" lê hatin kişandin dê di meha gulanê de mazûvaniya fîlma "inferno"yê ya ku Tom Hanksê di rola wê ya sereke de bilîze, bike.
Şaredarê Fatîhê Mustafa Demîr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku beriya kişandina sehneyan wan der heqê mekanan de agahî dan û soz da wan ku dê bibin alîkarê wan.
Demîr destnîşan kir ku Girava Dîrokî ji bo kişandina fîlman navenda cazîbeyê ye û wiha xeberda: "Jixwe Fatîh platoyeke xwezayî ya fîlman e. Em jî bi xebatên xwe ve hewl didin ku vê dewlemendiya dîrokê li ser piyan bihêlin. Her wisa heke em pê bawer bin ku dê di nasandina welatê me de kêr werin, em piştgiriyê didin projeyan. Ekîbên fîlman ewil Fatîhê tercih dikin."
- "Inferno"
Fîlma "Inferno" ya ku Tom Hanks di rola wê ya sereke de dilîze ji berhema Dan Brown a bi heman navî ji bo sînemayê hat guhastin. Rêzesînemaya ku bi "Şîfreya Da Vîncî" ve dest pê kir, bi "Milyeket û Şeytan" ve berdewam kir dê vêca bi "Inferno/Dojeh"yê ve li Fatîhê dewam bike.
Ji bo fîlma ku li Bulgaristanê kişandina wê dest pê kir dê li Fatîhê li Sarinca Binerd sehneyên aksîyonê bên kişandin. Derhêner Ron Howard ji bo mekanan çar caran hat Stenbolê. Di kişandinan de dê Meydana Beyazidê, pêşiya Zanîngeha Stembolê, Nûrûosmaniye, Cadeya Kennedy û xeta qeraxê wekî mekan bên emilandin.