BURSA
Salih Şahînogluyê Alîkarê Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Eyup Topçu ya Mamostetiyê ya Orhangaziyê û Ayşenur Ozturk, Selîn Ozturk, Ceren Çetîn û Cansel Turana xwendekarên wî dema ku diçûn ziyareta Çeneqqeleyê 10 hezar lîre li erdê dîtin û paşê teslîmî polêsan kirin.
Midûrê Xwendingehê Bîlal Kuzu li xwendingehê bi malbatên xwendekaran ra hat ba hev.
Kuzu ji ber tevgera wan a rind xwendekar pîroz kir û belgeya rûmetê da wan, plaket jî da malbatên wan.
Wek mayîn Ayşenur Ozturka xwendekar di pêşbaziya kombozisyonê ya ku ji bo hefteya polêsan hatibû lidarxistin da serkeftî bibû.