DİYARBAKIR
Serokbajarê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mûhammed Dara Akar, eşkere kir ku dê di 2yê gulanê de, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bê Diyarbekirê.
Akar got ku dê li Qada Îstesyonê miting bê lidarxistin, Serokomar Erdogan beşdarî mitingê bibe û ji bo pêvajoya çareseriyê peyamên girîng bide gel.
Akar destnîşan kir ku Erdogan wê piştî mitîngê beşdarî vekirina 223 tesîsan bibe û wiha axivî:
"Vekirina van tesîsan, ji bo însanên me mizgîniya kar û nan e. Birêz Serokomarê me dê li vir him derheqê pêvajoyê de him jî der heqê aborî û îstîqrara siyasî de peyamên girîng bide. Wekî ku tê zanîn birêz Serokomarê me mîmarê pêvajoya çareseriyê ye. Bi saya vê ev 3 salin ku li herêmê xwîn narije, dayik nagrîn. Herwiha însanê ku heta newêribûn herin gundê xwe hêdî hêdî vedigerin gundê xwe. Ev hemû tişt li aliyekî, Tayyîp Erdogan ber li redkirin, înkar û bişaftina ser kurd û gelên kurd girt."
Akar bal kişand ser gavên ku di pêvajoya çareseriyê deErdogan avêt û wiha axivî: "Qala wêjeya kurdî û Ehmedê Xanî kir. Cara ewil wî bal kişand ser zilma ku di girtîgehan de tê kirin. Erdogan dê her tim li ber dilê gelê Kurd bi qîmet be."