KONYA
Li Konayayê mînîbusa karkerên çandiniyê li ser rêya Konya-Aksarayê wergeriya û yek jê dergûş 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn.
Minîbusa karkerên çandiniyê ku Îbrahîm Aktog diajot û plaqa wê 63 TF 857 e, li ser rêya Konya-Aksarayê wergeriya.
Di qezayê de Sahîde Aktog, Halîl Aktog û dergûşek mir, 12 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Meramê ya Zanîngeha Necmettîn Erbakan.