VAN
Gola Erçekê ji bo koça çûk û teyrên ku ji Afrîkaya Bakur tên û ber bi Îranê va difirin, dereke muhim e.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi hatina biharê ra çûk û teyrên ku koç dikin, tên herêmê. Gola Erçekê ji bo koça çûk û teyran dereke muhim e ku qazquling tên dorberê golê.
Li dorberê Gola Erçekê 230 cure çûk û teyr dijîn û bi hatina biharê ra jî dîmenên rengîn derdikevin holê.
- Bi biharê ra qazquling tên Gola Erçekê
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Ozdemir Adizel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 230 cure çûk û teyr li dorberê Gola Erçekê dijîn.
Adizel diyar kir ku koça qazqulinga ji Afrîkaya Bakur dest pê dike û ber bi Îranê va diçin û wiha got: "Qazquling di vê koçê da tên Gola Erçekê. Li derdora golê niha nêzî 200î qazquling hene. Wê peyra qefle qefla bên û di meha tîrmehê da hejmarê derkeve 7 hezarî."