Mustafa Hatipoğlu
28 Adar 2024•Rojanekirin: 29 Adar 2024
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "CHP li çendîn bajaran berevajiyê alîgirên DEMê, bi DEMê ra îtifaqên veşartî çêdike û çi li hev parve dikin ew jî ne diyar e. Lêbelê ji vê ew qas şerm dikin ku ji bo veşartina van îtifaqan çil teqleyî davêjin. Îhtirasên CHPyê DEM jî serobino kir. Di vê partiyê da hinek dibêjin ku 'em rey bidinxwe', hinek dibêjin; 'Em peyê poçika CHPyê bikevin.' Her yek tiştekî dibêje."
Serokomar Erdogan li Meydana Gokdereyê di mitînga partiya xwe da bertek nîşanî îtifaqa navbera CHP û DEMê da.
Serokomar Erdogan diyar kir ku vîzyona siyasî ya mixalefetê sifir e, tu bernameya siyasî û projeyên mixalefetê tuneye û wiha dewam kir:
"Jixwe îcraet tuneye. Digel vê yekê li aliyê mixalefetê her cure îstismar, her cure bazariyên qirêj, her cure dek û dolap heye. CHP li çendîn bajaran berevajiyê alîgirên DEMê, bi DEMê ra îtifaqên veşartî çêdike û çi li hev parve dikin ew jî ne diyar e. Lêbelê ji vê ew qas şerm dikin ku ji bo veşartina van îtifaqan çil teqleyî davêjin. Îhtirasên CHPyê DEM jî serobino kir. Di vê partiyê da hinek dibêjin ku 'em rey bidinxwe', hinek dibêjin; 'Em peyê poçika CHPyê bikevin.' Her yek tiştekî dibêje."