Türkan Tosun
31 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan raya xwe ya ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê li Stenbolê da.
Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ji bo ku rayên xwe bidin ji mala xwe ya li Kisikliyê ya li Uskurarê derketin û di saet 13.50yan da hatin Dibistana Navîn a Saffet Çebî.
Welatiyên li baxçeyê dibistanê tijî bûbûn hezkirina xwe nîşanî Erdogan dan.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Mevlut Uysal, Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak û rayedarên din pêşwaziya Erdogan kirin.

Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan hatin pola ku sandiqa hejmara wê "3300" e, yek bi yek destê wezîfedaran girtin û silav dan wan.
Piştî kontrola nasnameyan Erdogan û jina xwe rayên xwe avêtin sandiqê.
332 hilbijêr wê rayên xwe bavêjin sandiqa hejmara wê "3300" e, ya ku Erdogan jî raya xwe avêtê.
Di lîsteya hilbijêran da navê Serokomar Erdogan di rêza 18emîn, navê jina wî Emîne Erdogan jî di rêza 17emîn da ye.
- Ji Serokomar Erdogan nirxandina hilbijartinê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Bûyera li Puturgeya Meletiyê em xemgîn kirin. Divê bûyereke bi vî rengî nebûya. Mixabin li vê derê kuştina 2 hemwelatiyên me wekî Serokomar ez gelekî xemgîn kirime."
Serokomar Erdogan piştî ku li Dibistana Navînî ya Saffet Çebî li Uskudarê raya xwe avêt, daxuyanî da rojnamegeran û wiha got:
"Beriya her tiştî serê sibehê baş dest pê kir, lêbelê bûyera li Puturgeya Meletiyê em xemgîn kirin. Divê bûyereke bi vî rengî nebûya. Mixabin li vê derê kuştina 2 hemwelatiyên me wekî Serokomar ez gelekî xemgîn kirime. Di vê mijarê da Wezareta me ya Edaletê, Wezareta me ya Karên Navxweyî, pêvajoya dadrêsê dê hemû lêkolîn û lêpirsînên pêwîst bikin û dikin. Xwedê rehma xwe li van herdu hevalên me bike û sebrê bide malbata wan."
Serokomar Erdogan wiha got, "Ez wê yekê rast nabînim ku vê bûyerê di navbera partiyan da bikin mijara nîqaş û darizandinê."
Erdogan bal kişand ku di rewşên wiha da bi taybetî gotinên ku ji devê meriv derdikevin, pir girîng in û wiha dewam kir, "Hêviya min ew e ku heya hilbijartin biqedin ji xeynî vê, bûyereke din neqewime. Bi qasî ku hevalên min agahî dan min, heta niha baş diçe. Ez dubare dibêjim ku bira li gelê me, li hemû dengdêrên me bi xêr be. Ez hêvî dikim ku beşdarî dê zêde be."
Serokomar Erdogan got ku ew ê heya derekê li Stenbolê hilbijartinê bişopîne û dû ra jî ew ê li Stenbolê civîna çapemeniyê bike û ji wir derbasî Enqereyê bibe.
Erdogan paşê li hewşa dibistanê bi welatiyên ra sohbet kir, wêne kişand û pasevanên wî jî çîçik li zarokan belav kirin.