Serokomar Erdogan mizgînî dan sektora çandiniyê

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di warê çandiniyê da hinek mizgînî dan û got, "Îsal ji bo 7 hezar û 160 projeyan ku ji hilberîn, pakêtkirin, enbarkirin û avdana bi serê xwe ya berhemên çandiniyê pêk tê, emê 10,2 milyar lire hîbeyê bidin."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê ya li Stenbolê di bernameya "4emîn ya Hevdîtina Ekosîstema Çandiniyê ya Bankaya Ziraetê" da axivî.
Erdogan behsa piştevaniyên ku dê bide cotkaran kir û got, "Îsal ji bo 7 hezar û 160 projeyan ku ji hilberîn, pakêtkirin, enbarkirin û avdana bi serê xwe ya berhemên çandiniyê pêk tê, emê 10,2 milyar lire hîbeyê bidin. Heta mijdarê, çi yên bi sîgorte çi yên bê sîgorte, emê zirara hemî cotkarên xwe dabîn bikin."
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku li Tirkiyeyê sektora çandiniyê hemd ji Xwedê ra li ser piyan e û got, "Tirkiye tevî dijwariyên ku ketin berê, meşa xwe didomîne, ewê tu hêzek nebe rêgirê meşa me ya pîroz. Bi bernameya geşedana gundewarî IPARDê, me 6 bang kirin ku budceyê wê bi giştî 301 milyon ewro ye. Bi 1408 projeyan emê 9,8 milyar lire hîbeyê bidin."
Erdogan bi bîr xist ku di sala 2025an da bi giştî 84 milyar lire dane cotkaran û got, "Dawiya salê ev meblex wê derkeve 135 milyar lireyî. Bi hejmartina çandiniyê ya ku emê 1ê tîrmehê destpê bikin, ji mezinahiya erd heta şiklê berhemê, ji ajeldariyê heta parka makîneyê, emê hemî daneyan rojane bikin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Lêpirsîna gendeliyê ya dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û got, "Hevalên wan ên ku bi salan bi hev ra meşiyan, wezîfeyên astbilind dabûn wan, mikur hatin ka çawa îmkanên Stenbolê talan kirin. Partiya ku bi gotin, pesnê xwe dide ku alîgirê Quway-i Milliyeyê ye, serokê wê yê giştî bang li siyasetmedarên biyanî dike ku fişarê bixin ser me. Tivrên gir û hûr ên di tûrik da, bi çengên extopatê yên ber bi hinek cihên din va vezilandî va, derdikevin holê."
Erdogan wiha pê da çû:
"Dema em tiştên ku derbarê wî kesê ku heta beriya niha bi 2 salan ew ji bo rêveberiya Tirkiyeyê layiq didîtin, dibîhizin, em dibêjin 'Xwedê xêr bi vî gelî kir'. Hêdî hêdî derdikeve holê ku wê rêxistina sûcê weke sermaşoqeke jehrînî, xerac ji kê distand û meaş dida kê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.