Tirkiye

Ji 95 gumanbarên ku di operasyona Stenbol navend li 31 bajaran hat kirin da hatibûn qefaltin 65 jê hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 28.06.2025 - Rojanekırın : 28.06.2025
Ji 95 gumanbarên ku di operasyona Stenbol navend li 31 bajaran hat kirin da hatibûn qefaltin 65 jê hatin girtin

Istanbul

 Ji 95 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va tê birêvabirin da hatibûn binçavkirin û di nav wan da eskerên muzawaf jî hebûn 65 jê hatin girtin.

Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriyê va dijî mensûbên FETOyê yên ku ketine nav Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û hê temamiya wê nehatiye deşîfrekirin, didome.

Miameleyên li Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya 95 gumanbarên ku di vê çarçoveyê da di operasyonên Stenbol navend li 31 bajêran hatibû kirin da hatibûn binçavkirin, hat temamkirin.

Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê derxistin Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Miameleyên îfadedayînê ya gumanbaran hat temamkirin û gumanbar sewî dadgeriya cezaya silhê ya nobedar kirin. Dadgeriyê biryar da ku Albay K.K jî di nav da 65 gumanbar bên girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın