Abdullah Tel
25 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo erdheja li Elezîzê qewimî got: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket."
Serokomar Erdogan li Mizgefta Mewlana beşdarî merasima cenazeyên 2 kesên di erdheja li Elezîzê da mirin bû.
Di axaftina xwe da Serokomar erhejên ji berê va li welêt qewimine bi bîr xist û wiha pê da çû: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket. Wek dewlet û wek milet mayê ji destê me tê înşeallah heta dawiyê em dikin û emê bikin. Hemû xebatên me yên li ser van kavilan wê dewam bikin. Di şûna cihên li tax û gundan hilweşiyan da jî wê bi destê TOKIyê gav bên avêtin û mayê hewce dike jî wê bê kirin, emê kesî li derva nehêlin. Guh nedin gotegotan û propagandayên neyênî. Bizanibin ku em her dem xizmetkarên we ne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket." ( Cumhurbaşkanlığı / Murat Çetinmühürdar - Anadolu Agency )
Serokomar Erdogan xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêma erdhêjê tên kirin jî şopand û ji rayedaran agahî hilda.
"Dewleta me wê hemû derfetên xwe bi hemû saziyên xwe ve bikarbîne. Em di nav wê hewlê da ne ku birîndar û sax ferq nake xwe bigihijînin mirovên xwe."
"Di demên wiha da weke hûn jî zanin hin kes li pey fersendê ne. Em tu carî ji bo wan fersendan derî vekirî nehêlin."
"Tu hewcedariyeke dewleta me tuneye. Lê heke hin kes dixwazin alîkariyê bikin sazî diyare, ev bi AFADê ra bi Heyva Sor ra dikarin bên kirin."
Serokomar Erdogan û Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û hin wezîr jî pê ra ji bo xebatên erdheja bi lerza 6,8an ku navenda wê Sivrîce bû boşîpin, derbasî Elezîzê bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçûk û Waliyê Elezîzê Çetîn Oktay Kaldirim û rayedarên din çûn pêşwaziya Serokomar Erdogan.