Tirkiye

Serokomar Erdogan: Me heta îro çi soz dabe bi cî aniye

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Me heta îro çi soz dabe welatî û welatê xwe bi cî aniye. Ev avahiyên em îro teslîm dikin jî mînaka vê ne û em sozê xwe bi cî tînin."

Ferdi Türkten  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 27.11.2021
Serokomar Erdogan: Me heta îro çi soz dabe bi cî aniye

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima xaniyên ku ji bo mexdûrên erdhêja Îzmirê hatibûn çêkirin da axivî û got ku kesên derbasî xaniyên xwe bibin wê 2 salên ewil pere nedin û wiha pê da çû: "Di nav 20 salî da wê deynê xwe bidin, texsîta xaniyê 2+1, ji 720 lireyî û ya xaniyê 3+1ê jî wê ji 1020 lireyî dest pê bike."

Serokomar Erdogan di Merasima Teslîmkirina Xaniyên Erdhêjê ku li Manavkuyuya Bayrakliyê hat lidarxistin da axivî.

Erdogan destnîşan kir ku wan heta îro çi soz dabe bi cî anîne û wiha domand: "Me heta îro çi soz dabe welatî û welatê xwe bi cî aniye. Ev avahiyên em îro teslîm dikin jî mînaka vê ne û em sozê xwe bi cî tînin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di merheleya ewil da 397 xanî bên teslîmkirin û wiha pê da çû: "Merheleya ewil a projeyê ku ji 397 xaniyî pêk tê em ê înşallah heta serê salê temam bikin û teslîmî xwediyên wan bikin. Kesên derbasî malên xwe bibin wê 2 salên ewil pere nedin, Di nav 20 salî da wê deynê xwe bidin, texsîta xaniyê 2+1, ji 720 lireyî û ya xaniyê 3+1ê jî wê ji 1020 lireyî dest pê bike."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ragihand ku ew dema xizmetê dikin li reng û rûçikên meriv û bajaran mêze nakin û wiha domand: "Dema em ji bo bajarên xwe berheman ava bikin û xizmetê bînin cihêkariyê nakin. Pîvana me ew e ku gelo hewcedariya welat û welatiyên me bi çi heye."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bi bîr xist ku ji bo afat û bobelatan tu wext û qewl tuneye û wiha domand: "Nayê zanîn afatê çi çaxê biqewimin û ez li vê derê careke din bangî hemû welatiyên me dikim ku bila dest bi veguherîna avahiyên birîsk bikin."

Di dawiya xeberdanê da jî Serokomar Erdogan mizgîniyek da ciwanan û wiha pê da çû: "Ez dixwazim mizgîniyekê bidim ciwanan. Em plan dikin, fabrîqeya TEKELê ya li Îzmirê veguhezînin navendeke çand û hunerê ku tê da pirtûkxane û muze hebin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.