Abdullah Tel
22 Sibat 2019•Rojanekirin: 22 Sibat 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokomariyê hat hildan di hevdîtina Erdogan û Trump da li ser meseleyên dualî, geşedan û bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hat sekinîn.
Hat gotin ku di hevdîtinê da Serokomar Erdogan ragihand Tirkiye dixwaze bi şirîkê xwe yê stratejîk ra têkiliyên xwe bidomîne û ev yek pesend kir.
Herdu lîderan jî di axaftina xwe da ji bo vekişîna ji Sûriyeyê got ku ew ê li gor berjewendiyên xwe yên hevpar tevbigerin û heya ji destê wan tê zirarê nedin hedefên hev ên hevpar.
Di axaftina xwe da Trump û Erdogan li ser pêşvebirina aboriyê ya dualî sekinîn û ji bo bazirganiya 75 milyar dolar dahat jê tê payîn jî li hev kirin.
- Ji Qesra Spî der barê hevdîtinê da daxuyanî
Qesra Spî jî der barê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Trump da daxuyanî weşand û tê da wiha hat gotin: "Herdu serok jî di mijara avakirina herêmeke ewle ya bi potansiyel û domandina kordînasyonê mitabiq in."