Tirkiye

Serokomar Erdogan eyda eskerên li Baregeha Nuh Pêxember pîroz kir

"Raboriya Cûdiyê mixabin tijî xemgînî ye. Helbet li Gabarê jî bi heman awayî em xemgîn bûn, lê sax bin, hêzên me yên ewlekariyê bi têkoşîna xwe va înşelah ev der kirin beldeyên aramiyê. Ez dîsa bi vê wesîleyê va Eyda we ya Qurbanê pîroz dikim"

Önder Beyter  | 31.07.2020 - Rojanekırın : 01.08.2020
Serokomar Erdogan eyda eskerên li Baregeha Nuh Pêxember pîroz kir

Şırnak

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê xîtabî eskerên li Baregeha Nuh Pêxember a li serê Çiyayê Cûdiyê ya li Şirnexê, kir û wiha got, "Raboriya Cûdiyê mixabin tijî xemgînî ye. Helbet li Gabarê jî bi heman awayî em xemgîn bûn, lê sax bin, hêzên me yên ewlekariyê bi têkoşîna xwe va înşelah ev der kirin beldeyên aramiyê. Ez dîsa bi vê wesîleyê va Eyda we ya Qurbanê pîroz dikim."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu duh li Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Guneyçamê ma û sibê zû jî eydana eskeran kir.

Wezîr Soylu paşê ligel Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê Orgeneral Arif Çetin, Waliyê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan, Fermandarê Tumena Piyadeyan a 23yemîn Tuxgeneral Îdris Acarturk, Fermandarê Tuxaya Komandoyên Cendirme ya Çakirsogutê Tuxgeneral Alper Sir, Şaredar Mehmet Yarka, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Mustafa Emre Başbug, Wekîlê Fermandarê Cendirmeyê yê Parêzgehê Albayê Biqidem Yavuz Selim Kapanci, Serokê AK Partiyê li Parêzgehê Îbrahim Halil Erkan bi helîkopterê derbasî Baregeha Nuh Pêxember a li serê Çiyayê Cûdiyê bû û eyda ekeran pîroz kir, li ser herêmê zanyarî sitandin û her wiha ligel eskeran nimêja eydê kir.

Wezîr Soylu bi bêtêlê eyda eskerên ku li herêmê peywirê dikin pîroz kir.

Soylu ligel malbatên eskerên ku di kozikê da nobetê digirin, bi têlefonê xeberda û eyda wan pîroz kir.

Dû ra Soylu bi têlefonê bi Serokomar Erdogan ra xeberda. Erdogan jî di têlefona Soylu da eyda eskeran pîroz kir û wiha xîtabî eskeran kir:

"Raboriya Cûdiyê mixabin tijî xemgînî ye. Helbet li Gabarê jî bi heman awayî em xemgîn bûn, lê sax bin, hêzên me yên ewlekariyê bi têkoşîna xwe va înşelah ev der kirin beldeyên aramiyê. Ez dîsa bi vê wesîleyê va Eyda we ya Qurbanê pîroz dikim. Xwedê bi awayekî yek û aram gihîştinê nesîbê me bike. Ez dubare dixwazim sipasiyên xwe pêşkêşî hemû qedemeya komûtayê ya niha li cem we û hemû hêzên me yên ewlekariyê bikim. Xwedê bibe alîkarê me."

Wezîr Soylu jî wiha got, "Birêz Serokomarê min, eyda te pîroz be, em hurtmeta xwe pêşkêş dikin. Xwedê qebûl ke. Xwedê careke din nesîb bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.