Abdullah Tel
20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 21 Hezîran 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Gîne Bîssauyê Umaro Sîssoco Embalo ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan danê nîvro li Qesra Wehdettîn bi pergala vîdeo konferansê beşdarî vekirina Bendava Qersê bû.

Erdogan piştî vekirina bendavê bi Serokomarê Gîne Bîssauyê Embaloyê ku ji bo kar û xebatan di 19ê Hezîranê da hatiye Tirkiyeyê û heta 21ê Hezîranê jî li van dera be ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî hebû.
Li gor agahiyên hatin hildan di hevdîtinê da li ser pêşvebirina hevkarî û têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Gîne Bîssauyê sekinîn û mijarên herêmî û navneteweyî jî di rojevê da cih girtin.