İbrahim Atmaca
06 Hezîran 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebdulezîz ra xeberda.
Serokomar Erdogan û Qralê Erebistana Siûdî Selman eyda hevdu pîroz kir.
Di axaftinê da li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî jî sekinîn û Qral Selman ji bo ku Tirkiyeyê di dema serokatiya serdemê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê da hewl da spasiya Serokomar Erdogan kir.