Nihat Kavşut
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ANKARA
Istanbul Photo Awardsa pêşbirka wêneyan ya navneteweyî îsal eleqeyeke mezin dît.
Ji bona pêşbirka Istanbul Photo Awards 2018an ji 125 welatî bi qederê 37 hezar wêneyî serlêdan hat kirin.
Juriya navneteweyî meha adarê wê li Tirkiyeyê bicive û encamên pêşbikê di dawiya heman mehê da eşkere bike.
Îsal kategoriyên tekane û jiyane rojane jî lê hatin zêdekirin û di deh kategoriyan da wê bi tevahî 165 hezar dolar xelat bê belavkirin.
Wêneyên bên xelatkirin wê li nav welêt û dervayî welêt li bajarên girîng di pêşangehan da cî bigirin.
Îsal di juriya pêşbirkê da ligel Marion Mertensa Rêvebira Weşana Dijîtal ya Paris Matchê, Cameron Spencerê wênekêşê sporê û xwediyê xelata Getty Imagesê, Yurî Kozyrevê nûçegihanê wêneyan yê Ajansa NOORê, Georges De Keerleyê nûçegihanê wêneyan û şêwirmendê medyaya dîtbarî, Michel Scottoyê Dîrektorê Pêşxistina Kar û Belavkirina Wêneyan yê AFPyê, Ahmet Selê Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê û Firat Yurdakulê Edîtorê Wêneyan yê AAyê du kesên din jî lê hatin zêdekirin.
Andrei Polikanovê edîtorê wêneyên nûçeyan yê ku li qada navneteweyî kesekî sereke ye û Frederic Lafargueyê par xelata "Wêneyê Salê" hildabû cara ewil wê di juriya Istanbul Photo Awardsê da cî bigirin.