Aykut Karadağ
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2024
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi destê Dadgeriya Sulh û Cezayê ya 1em a Enqereyê sepana medyaya civakî û peyaman Discord hat qedexekirin.
Wezîr Tunç di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, têra xwe guman hene ku li ser platforma medyaya civakî ya bi navê Discordê sûcên "îstismara cinsî ya zarokan û mustehcenî" tê kirin.
Tunç destnîşan kir ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi destê Dadgeriya Sulh û Cezayê ya 1em a Enqereyê navnîşana URLyê ya sepana medyaya civakî û peyaman Discord li Tirkiyeyê hat qedexekirin.
Tunç bal kişand, ew bibiryar in, zarokên ku temînata paşerojê ne, ji weşanên mûzir ên medyaya civakî û înternetê yên ku sûc teşkîl dikin, biparêzin û wiha got, "Em ê tu wextî destûrê nedin wan hewldanan ku dixwazin bingeha civaka me hilweşînin."