Li Rûsyayê hejmara weqayên Kovîd-19ê derket 438an, derketina derva ji bo kesên ji 65 salî jortir hat qedexekirin
Li Rûsyayê cureya nû ya vîrusa koronayê di 71 kesên din da jî hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara weqayan derket 438an
Moskova
Li Rûsyayê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 71 kesên din da jî hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara weqayan derket 438an.
Serokwezîrê Rûsyayê Mihail Mişustin di civîna ligel alîkarên xwe da rewşa dawîn a Kovîd-19ê ya li welêt nirxand.
Mişustin îdia kir ku rewşa şewba vîrusa koronayê di bin kontrolê da ye.
Mişustin diyar kir ku vîrus di 71 kesên din da jî hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara weqayan derket 438an û herwiha 17 kes jî qenc bûn.
- Derketina derva ji bo kesên ji 65 salî jortir hat qedexekirin
Piştî zêdebûna weqayan li Moskovayê derketina derva ya kesên ji ser 65 salî û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene hat qedexekirin. Şaredariya Moskovayê ragihand ku qedexe dê ji 26ê adarê heta 14ê nîsanê dewam bike.