Tirkiye

Şaredarên Mêrdînê û Şanliurfayê yên HDPyî hatin binçavkirin

15.11.2019 - Rojanekırın : 16.11.2019
Şaredarên Mêrdînê û Şanliurfayê yên HDPyî hatin binçavkirin

Mardin

Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da 10 kesên di nav wan da şaredarên HDPyî yên Savur, Dêrik û Mazîdaxiyê jî hene hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dimeşîne da ji bo Nalan Ozaydina Şaredara Mazidaxiyê, Gulistan Oncuya Şaredara Savurê, Mulkiye Esmeza Şaredara Dêrikê û hin şikbaran biryara derdestkirinê hat dayîn.

Di operasyona hemdem a hêzên ewlekariyê da 10 kesên di nav wan da hin xebatkarên şaredariyê, Ozaydin, Oncu û Esmez hene hatin binçavkirin.

Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dikin.

Şaredara Sirûcê ji ber lêpirsîna terorê hat binçavkirin

Hatîce Çevîka Şaredara Sirûca navçeya Şanliurfayê di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat binçavkirin.

Tîman di çarçoveya lêpirsina terorê ya ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê tê meşandin, serê sibê di heman demê da operasyon bir ser 17 navnîşanan. 

Tîmên polêsan Hatîce Çevîka Şaredara Sirûca navçeya Şanliurfayê jî di nav da 14 kes binçav kirin. 

Çevîk û şikbarên din ji bo îfadeyê birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr.

Ji hêla din va tîmên polêsan wekî tevdîr dora avahiya Şaredariya Sirûcê pêçan û xebatkar hilnedan şaredariyê û li avahiyê lêgerîn dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın