Sayim Harmancı
03 Hezîran 2024•Rojanekirin: 05 Hezîran 2024
Şaredarê Hekariyê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê dimeşîne da ji bo Akiş biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê Akişê ku li Wanê bû, bi destê ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Wanê hat binçavkirin.
Hat gotin ku wê Akiş ji bo kar û baran bibin Hekariyê.
Ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Hekariyê jî li derdora avahiya şaredariyê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Endam û dildarên DEM Partiyê hatin pêşiya avahiya şaredariyê û xwestin têkevin şaredariyê, lê polêsan destûr neda.