27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li navçeya Baglara Diyarbekirê dema ku karname li xwendekaran dihat belavkirin, terorîstên PKKyî bi teqemeniya xumalî êrîş biribûn ser xwendekaran. Malbatên xwendekarên ku di êrîşê da birîndar bûn, bertek nîşan dan.
Zarokên ku di êrîşê da birîndar bûn û malbatên wan ji peyamnerê AAyê ra behsa qewimînê kirin.
G.Kya ku di êrîşê da keça wê birîndar bû got piştî ku ew bi bûyerê hisiya, bi tirs û xof çû dibistanê.
G.Kyê destnîşan kir dema ku wê li ser sedyeyê keça xwe dît, tirsa wê zêdetir bû û wiha xeberda, "Min li ber deriyê dibistanê ambûlans dîtin. Keça min li ser sedyeyê û di nava xwînê da bû. Me bir nexweşxaneyê. Ji stûyê wê 3 perçe cam hatin derxistin. Dixtoran got ku di stûyê wê da madeyek heye, lê ez nizanim ka çi ye. Hê jî ez di tesîra wê tirsê da me."
- "Psîkolojiya qîza min xera bû"
G.Kyê diyar kir ku tirsa wê ji rewşa tenduristiya keça wê heye û wiha got, "Li dibistanê gelek zarok hebûn. Xwedê nîşan nede, îro ya min, sivê jî dê bê serê ya yekî din. Ev zarok guneh in, dayîk bira êdî negirîn. Keça min karnameya xwe nesitand. Psîkolojiya wê xera bû. Bi şev diqîre û ji xewê hişyar dibe. Gelek êşa wê heye."
G.Kyê got daxwaza wan ew e ku êdî bûyer biqedin û wiha pê da çû:
"Ên ku ev kirin, bira ji Xwedê bibînin. Di roja karnameyê da ji xwendekaran çi xwestin? Şahiya zarokan di qirika wan da ma. Ma zarokên ku nikaribûn karname bistînin, ne guneh in?"
- "Mamosteyên me yên ku em dîtin jî giriyan"
Xwendekarê pola 7emîn S.K. ê ku di bûyerê da birîndar bû jî got ku wan dengê teqînekê bihîst û pey ra jî perçeyên caman li derûdorê belav bûn.
S.K.yê got ku wê demê jî ew li hewşa dibistanê li benda karnameya xwe bûn û wiha dewam kir, "Bi teqînê ra hin tişt laşê min ketin. Min ji hevalên xwe pirs kir, ka di laşê min da çi heye. Hemû jî diqîriyan, ez pir tirsiyam. Mamosteyên me yên ku em dîtin jî giriyan."
S.Kyê got ku êrîş çiqas tê bîra wî, ew ditirse û wiha got, "Perçeyên ku ji laşê min derketin, me da polêsan."
- "Ji ber ku tiştek bi qîza min nehat, me qurbanek şerjê kir"
Ş.Byê jî diyar kir ku keça wê ya ku diçe pola 8emîn jî di êrîşê da birîndar bû û wiha got, "Ev êrîşa dijî xwendekaran nayê qebûlkirin."
Ş.Byê destnîşan kir ku piştî teqînê ew revî dibistanê û wê keça xwe di ambûlansê da dît û wiha pê da çû:
"Keça min li nexweşxaneyê hat dermankirin. Wê demê Walî û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr jî hatin seredana keça min. Ji ber ku tiştek bi qîza min nehat, me qurbanek şerjê kir. Bûyer bira êdî biqedin."