10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Rêhewaya Tirkiyê (THY) ji bo mamosteyan kampanyayeke taybet çêkir û mamaoste wê bi malbatên xwe va li nav welêt bikaribin ji sedî 30 erzantir bi balafirê seyahat bikin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya THYê, şirketê ji bo Roja Mamosteyan kampanyayeke taybet amade kir. Li gor vê mamosteyên Wezareta Perwerdeya Neteweyî û mamosteyên zanîngehan û malbata mamosteyan wê ji sedî 30 erzan bi balafirên THYê û Anadolujetê li nav welêt seyahat bikin.
Kampanya ji 20ê sermaweza 2015an û heta 1ê nîsana 2016an e. Rêwî wê bikaribin navbera van dîrokan seyahatê bikin.