Tirkiye

Mamosteya şehîd Şenay Aybuke Yalçin li dibistana ku mamostetî dikir hat bibîranîn

İbrahim Toprak  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 26.11.2021
Mamosteya şehîd Şenay Aybuke Yalçin li dibistana ku mamostetî dikir hat bibîranîn

Batman

 Li Kozluka (Hezo) navçeya Batmanê mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçina ku 4 sal berê di êrîşa terorê da şehîd bû, di 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan da li dibistana ku mamostetî lê dikir hat bibîranîn.

Yalçin di 9ê hezîrana 2017an da li Hezoyê piştî belakirina karneyan wexta vedigeriya mala xwe, terorîstan gule berdan wesayîta Veysî Işikê Şaredarê wê demê. Yalçin di êrîşê da giran birîndar bû û li nexweşxaneya ku rakirinê da di 22 saliya xwe da şehîd bû. Li dibistana ku navê wê lê kirine, seba Yalçinê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Waliyê Batmanê û Cîgirê Şaredar Hulusî Şahîn beşdarî bernameya ku li Lîseya Anadoluyê ya Şehîd Şenay Aybuke Yalçinê bû û deftera bîranînê ya dibistanê îmze kir.

Şahîn di bernameyê da axivî û diyar kir, wekî her sal wan îsal jî bernameya 24ê Mijdarê Roja Maosteyan li dibistana mamoste Aybukeya şehîd da destpêkirin.

Şahîn daxuyand ku Roja Mamosteyan her sal li Batmanê xemgînî derbas dibe û wiha dewam kir: "Lewra êş û elema mamosteya me ya Aybuke hê ji bîra me neçûye."

Di benameyê da pola muzîkê ya ku Yalçinê beriya şehadetê bi keda xwe amade kiribû hat ziyaretkirin û qernefîl lê hatin danîn. Mamsoteyên muzîkê yên dibistanê strana Lîmana Magusayê ya ku mamoste Aybukeyê beriya şehadetê digot, bi hev ra got.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mahmut Kurtaran, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Mehmet Nezîr Sevîm, Şaredarê Hezoyê Ayhan Eren, nûnerên saziyan, mamoste û xwendekar beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.