Tirkiye

Rêbeja Wan-Hekariyê ji ber aşîtê asê bû

Orhan Sağlam, Zafer Tayfur  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Rêbeja Wan-Hekariyê ji ber aşîtê asê bû Özkan Bilgin

Van

Rêbeja Wan-Hekariyê ji ber aşîtê asê bû.

Berfa ku duhê li herêmê dest pê kir, îro cihê xwe ji hewaya germ ra hişt.

Bi germbûna hewayê ra li ser rêbeja Wan-Hekariyê, li texma Berêsur a nêzîkî taxa gundewar a Gedikbaşiyê (Çux) aşît ket.

Li ser îxbarê ekîbên Şêfîtiya Şaxa 114emîn a Rêbejan û yên AFAD û cendirmeyê hatin cihê bûyerê.

Ji bo vekirina rêya ku ji herdu aliyan va ji ber berfê hat girtin, xebat dan destpêkirin.

Li herdu berê rê, rêzeke dirêj a wesayitan çêbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın