Tirkiye

Çiyayên biberf ên Wanê mazûvaniya kaşûnhezên biyanî dikin

Orhan Sağlam  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Çiyayên biberf ên Wanê mazûvaniya kaşûnhezên biyanî dikin

Van

ORHAN SAGLAM - Pênc kaşûnhezên ku ji Fransayê hatin, li Gevaşa navçeya Wanê, li Çiyayê Çatê yê ku raqima wê 3 hezar metro ye, kêfa kaşûnê kirin.

Çiyayê li bajêr ku bi berfa xwe ya ku zû bi zû nahile û pîstên xwe yên siruştî bi navbang e, bala kaşûnvanên xwemalî û biyanî dikişîne.

Çiyayê Çatê ku li hin cihên wê sitûriya berfê 2 metroyan derbas dike, mazûvaniya kaşûnvanan dike.

Pênc kaşûnhezên ku ji Fransayê hatin, ji bo keşifkirina bedewiya siruştî ya bajêr û ceribandina kaşûna çiyayî hatibûn, di bin rêberiya werzişvanê millî kaşûnvaniya çiyayî, rêberê geştiyariyê Dogukan Komur da, hilkişiyan çiyê.

Piştî hilkişîneke ku bi saetan dom kir, kaşûnvanên biyanî gihîştin lûtkeya bi berfê venixumandî ya bi qasî 3 hezar metre bilind û li ser rotaya xwe ya ku destnîşan kirin, bi xweşeqitandinê dest bi daketina xwarê kirin.

Rêberê Geştê Komur ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku hewl dide bedewiyên siruştî yên Wanê nîşanî mêvanên Fransî bide.

Kaşûnvanê Fransî yê 75 salî Michel Megevand jî got, "Sitûriya berfê ya li lûtkeyên Wanê bi dilê me bû. Siruşta vê derê ya bêhempa û pêkhateya wê ya çandî ji ya Fransayê cuda ye. Serdana vî welatî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."

Robert Arrieuxê 75 salî jî anî ziman ku wî bedewiyên siruştî yên vî bajarî gelekî ecibandine.

Recep Akkuşê kaşûnvan ê ku refeqeta geştiyaran dikir got, "Ji bo keşifkirina çiyayên derdora Gola Wanê em her hefte bi çiyayekî va hildikişin. Sitûriya berfê ya qada em lê bûn, bi dilê me bû. Şîroveyên erênî yên biyaniyan me kêfxweş dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın