Abdullah Tel
08 Sibat 2023•Rojanekirin: 09 Sibat 2023
Li Pazarcika navçeya Qehremanmeraşê 6ê Sibate di saet 04.17an da bi lerza 7,7 û li navçeya Elbistanê jî di saet 13.24an da bi lerza 7,6 û li Gazîentabê jî bi lerza 6,4 û 6,5 du erdhej çêbûn.
Ji ber erdhejan li Meraş, Kilîs, Diyarbekir, Edene, Osmaniye, Entab, Riha, Adiyeman, Meletî û Hatayê avahî hilweşiyan û zirar û ziyan çêbû.
AFADê ragihand ku di erdhejên bi navend Kahramanmaraşê de li 10 bajarî 12 hezar û 873 kes mirin û 62 hezar û 937 kes birîndar bûn û ji 1117 zêdetir paşhej çêbûne.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê daxuyanî da û ragihand ku ji 6ê Sibata 2023an erdheja ewil vir va ya herî mezin bi lerza 7,6 heta niha 648 erdhej qewimîn.
Ekîbên AFAD, UMKE, 112 Servîsa Bilez, cendirme û polêsan piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 a navend Pazarcik û Elbistana navçeyên Meraşê ne, li herêmên erdhej bi tesîr bû xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. Li herêmê 96 hezar û 670 personel dixebitin û 5 hezar û 818 kon hatin vegirtin.

Ji çar aliyê Tirkiyeyê bo alîkariya herêmên ku erdhejê lêxistiye bi TIR û balafiran alîkarî tê şandin, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê jî bi esker, helîkoptêr û balafiran va piştgiriyê didin xebatên lêgerîn û xelaskirinê.
Ji Fermandariya Hêzên Hewayî, Fermandariya Hêzên Bejayî, Fermandariya Ewlehiya Peravê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji bo birina personel û pêwîstiyên ji Stenbol, Enqere û Îzmirê 104 wesayîtên hewayî bi rê kirin.
Ji bo texliyekirina welatiyan jî ji Fermandariya Hêzên Behrê 9 û ji Fermandariya Parastina Peravê jî 1 bi tevahî 10 keştî dixebitin.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê diyar kir ku niha li herêmên erdhejê lêxistiye bi tevahî 79 hezar û 110 personelên lêgerîn û xelaskirinê, ji welatên derva 5 hezar û 309 personelên hatibûn jî li herêmên afatê lê xist hatin belavkirin, makîneyên kar û vînç jî tev 5 hezar û 402 wesayît di xebatan da cî digirin.

Li herêmên erdhejê lêxist da 31 walî, ji 70yî zêdetir qaymeqam û 68 midûrên bajêr hatine wezîfedarkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji ber erdhejên ku navend Meraş e, ji bo lêkolîn û çavdêriyê çû herêmê.
Serokomar Erdogan li Navenda Kordînasyona Agahiyê ya Dewletê daxuyanî dabû û gotibû ku li 10 bajarî bo 3 mehan rewşa deresayî hat îlankirin.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê daxuyanî da û ragihand ku ji erdheja ewil vir va ya herî mezin bi lerza 7,6 heta niha 312 erdhej çêbûn.
Ji bo alîkariyê ji 70yî zêdetir welatan deng da û niha ji wan personelên 24 welatî li qadê di xebatên lêgerîn û xelaskirinê da cî digirin.
Li herêmên erdhejê lêxistiye jî ji bo ku mexdûriyet çênebe ji çar aliyê welêt seferberiya alîkariyê dest pê kiriye û bi pêşîkêşiya saziyên dewletê yên wek AFAD û Heyva Sor û gelek saziyên sivîl va ji herêmê ra alîkarî tê şandin.
Di erdhejên navenda Meraş bû da li Sûriyeyê jî zirar û ziyan çêbû û li herêmên curbecur ên Sûriyeyê heta niha 2 hezar û 530 kes mirin û 4 hezar û 645 kes jî birîndar bûn.