DIYARBAKIR
Bavê Nevîn Oktaya hevseroka şaredariyê ya Haniya navçeya Diyarbekirê Mehmet Oktayê (70) ku ew dabû ber kêran, hat girtin.
Duh ber bi êvarê li navçeya Haniyê di navbera Mehmet Oktay û keça wî Nevîn Oktayê de nîqaş derket û Mehmet Oktay keça xwe da ber kêran. Oktay piştî îfadeya wî ya li ewlehiyê, ew şandin dozgeriyê. Mehmet Oktay piştî jêpirsîna wî ya li dozgeriyê derxistin dadgeha nobedar. Oktay hat girtin û şandin girtîgeha li navçeya Lîceyê.
-Tedawiya Oktay berdewam dike
Tedawiya hevserok Oktaya ku di êrîşa bikêr de birîndar bû, li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê (ZD) berdewam dike. Hat ragihandin ku hişê Oktayê li serê wê ye û rewşa wê bi giştî baş e.
Xizmên Oktayê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û îdia kirin ku pirsgirêkên Mehmet Oktay ên psîkolojîk hene û wiha axivîn: "Mehmet Oktay dixwest xaniyê ku tê de rûdinişt bifiroşe. Lê Nevîn Oktayê bi hinceta ku dê malbata wê mexdûr bibe, li dijî daxwaza firotina xanî bû. Mehmet Oktay ji ber vê yekê keça xwe da ber kêran."