VAN
Planoreke ku ji ber bayê nêzî 30 mêtroyî ji hewayê ve berbijêr bû, li nêzî Kela Wanê ket û pîlotê wê Ferhat Bînîciyê 41 salî birîndar bû. Bi alîkariya welatiyên derdorê ve pîlot Bînîciyê ku giran birîndar bîbû, ji planorê hat derxistin.
Mudaxaleya ewil ji aliyê Ekîba Tenduristiyê ya Bilez a 112yê ve li cihê bûyerê hat kirin û paşê jî ji bo tedawiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê.
Li deverê dema ku hin welatiyan hay dabû rayedaran gotibûn ku li nêzî Kela Wanê firoke ketiye.
Ji ber vê ragihandinê, gelek polês, ekîbên xelaskirin, tenduristî û agirkûjiyê hatin cihê bûyerê.