ANKARA
Alîkarê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Francîs Rîccîardone qebûl kir.
Beriya civîna wan a li Navenda Giştî ya AK Partiyê, rojnamevanan dîmenên wan kişand û pişt re civîna wan a bêyî çapemeniyê dest pê kir.
Hevdîtina Şahîn û Rîccîardone bi qasî saetekî dewam kir. Piştî hevdîtinê Rîccîardone pirsê rojnamevanan bersivand.
- Hevdîtin baş derbas bû
Balyoz Rîccîardone ji bo hevdîtinê wiha got: "Me bi Şahîn re hevdîtineke wek her car kir. Ji bilî vê, me û birêz Aktay hevdu nas kir. Ez ji bo wî jî hatim. Em der barê mijarên herêmî de axivîn. Hevdîtineke gelek baş bû."
Rîccîardone got ku ew der barê Ukrayna, Sûriye, Iraq, Îran, Qibris, Îsraîl, Filîstin û pêwendiyên Amerîka û Tirkiyeyê de jî axivîne.
Rîccîardone pirsa "Di hevdîtinê de behsa Fettullah Gulen hat kirin" bi zimanê îngilizî bersivand û wiha got: "Me der barê pêşvebirina pêwendiyên Amerîka û Tirkiyeyê de li hev kir. Me bêyî siyaseta Tirkiyeyê, ev li gor berjewendiyên Tirkiye û Amerîkayê kir."