Reva penaberên Sûriyeyê yên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞIyê û yên ku dixwazin xwe bispêrin Tirkiyeyê didome.
Ji ber ku li herêma di navbera Eynel Ereb û Tel Abyada Reqayê di nabeyna hin komên kurd û DÎŞIyê de pevçûn hene, nêzî 150 hezar sûriyeyî koç kirin û bi destê Rêvebirina Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) li Sirûca navçeya Rihayê tên bicîkirin.
Nacî Besrî Eliyê 83 salî yê ji gundê Qantarayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku ji welatê xwe dûr ketime xwemgîn im û wiha dewam kir: "Em sipasiya Tirkiyeyê dikin, deriyên xwe ji me re vekir. Tenê heywanên me man."
Usvet Îsmaîl jî destnîşan kir ku xalê wî bi destê DÎŞIyê hatiye kuştin û gelek xizmên wî jî di destê DÎŞIyê de dîl in û wiha got: "Di êrîşan de mala min xera bû. DÎŞI hat gundê me. Me her tiştên xwe hişt û revîn."