Tirkiye

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor heman mehê ya sala par 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9

Türkan Tosun  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 11.08.2020
Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha gulanê da li gor heman mehê ya sala par 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9. Di heman heyamê da hejmara kesên bêkar in jî 331 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 826 hezar kes.

Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên bêkariyê yên Gulana 2020an eşkere kir.

Li gorî îstatîstikan di meha gulanê da li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û jê mezintir in li gorî heman mehê ya par 332 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 826 hezar kes. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9.

Rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor mehek berê 0,1 puan zêde bû.

Li gor daneyên TUÎKê di heyama 2011-2020an da li gor meh û salan rêjeya bêkariyê ya ji tesîra demsalan nehatiye derxistin wiha ye;


2011201220132014201520162017 201820192020
Çileya Paşîn 11,19,39,710,311,311,11310,814,713,8
Sibat10,79,69,710,211,210,912,610,614,713,6
Adar10,19,19,49,710,610,111,710,114,113,2
Nîsan9,38,28,799,69,310,59,61312,8
Gulan8,97,68,28,89,39,410,29,7 12,812,9
Hezîran8,77,38,19,19,610,210,210,213
Tîrmeh8,67,68,69,89,810,710,710,813,9
Tebax8,58910,110,111,310,611,114
Îlon8,28,39,210,510,311,310,611,413,8
Cotmeh8,48,39,110,410,511,810,311,613,4
Mijdar8,48,69,310,710,512,110,312,313,3
Çileya Pêşîn 99,39,610,910,812,710,413,513,7
Salane9,18,499,910,310,910,91113,7

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın