Tirkiye

Encamên ezmuna bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicîhkirina ezmuna Pergala Derbasbûna Lîseyan li ser malpera înternetê ya "meb.gov.tr"yê eşkere kir

Türkan Tosun  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Encamên ezmuna bicihkirina lîseyan hatin eşkerekirin

Ankara

Encamên bicîhkirina ezmuna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) li ser malpera înternetê ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) "meb.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

Xwendekar wê bi reqama nasnameyên xwe ya T.C.yê û dîroka rojbûna xwe va wê li ser malpera înternetê ya "sonuc.meb.gov.tr" encamên xwe hîn bibin.

Ji bo xwendekarên di bicihkirina ewil da nehatine bicihkirin an jî yên dixwazin dibistana xwe biguherînin pêvajo wê dewam bike.

Di vê çarçoveyê da di navbera 10-14ê Tebaxê da tercîhên neqilê yên ewil wê bên kirin û encama wan wê di 17ê Tebaxê da bên eşkerekirin.

D navbera 17-21ê Tebaxê da jî tercîhên neqilê yên duyemîn wê bên kirin û encama wan jî wê di 14ê Tebaxê da bên eşkerekirin.

Piştî vê dîrokê bicihkirina sereke wê temam bibe.

Paşê ji bo xwendekarên li tu cihekî nehatine bicihkirin serlêdanên bicihkirinê ya li komîsyonên neqilê û komîsyonên bicihkirina xwendekaran ên bajêr û navçeyan wê dest pê bikin.

Di 28ê Tebaxê da bicihkirina xwendekaran wê tevahî temam bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın