Elif Orhan
31 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Heyama propagandayê ya der barê Hilbijartinên Herêmî ya 31ê adarê di saet 18.00ê da xilas bû û qedexeyên weşanê dest pê kir.
Li gor salnameya hilbijartinê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) serbestiya propagandayê di saet 18.00ê da xilas bû.
Li gor madeya 49emîn a Qanûna Der barê Kutukên Hilbijêr û Hikmên Bingehîn ên Hilbijartinê de ya ku serbestî û maweya propagandayê verast dike propaganda ji sibeha roja 10emîn a beriya roja dengdayînê dest pê dike û roja beriya roja dengdayînê di saet 18.00ê da xilas bibe.
Li gor vê di weşanên ku roja beriya roja dengdayînê (30yê adarê) di weşanên piştî saet 18.00ê tên kirin de nûçe, şîrove û qunciknivîsên dibe ku tesrî bike ku dengdayîn di nav serbestiyeke tam de bên kirin dê qedexe bin.
Roja hilbijartinê di navbera saet 18.00-21.00ê da di radyo û her cure şaxên weşanê da tenê nûçe û teblîxên ku YSK dide bikarin bên weşandin. Roja hilbijartinê piştî saet 21.00ê dê hemû weşan serbest bin. YSK heke hewce bibîne dikare ku qedexeya weşanê beriya saet 21.00ê rake.