ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê PKKê 15 karkerên ku di cihê derxistina komira santrala termîkê de dixebitîn revand û 5 makîneyên kar jî şewitand.
Li gor agahiyên ku hat hildan endamên PKKê li ser cihê derxistina komira santrala termîkê ya saziyeke taybet de girtin û 5 makîneyên kar şewitandin. 15 xebatkarên ku bi minîbusê hatin ser karê xwe hatin jî hatin revandin.
Endamên rêxistinê ji cihê bûyerê dûr ketin û piştî demekê jî karker serbest berdan.
Ekîbên cendermeyan jî li herêmê dest bi operasyonê kirin.
PKKê 4 xebatkarên tenduristiyê serbest berdan
Hat ragihandin ku 4 endamên PKKê li Tekmana navçeya Erziromê 3 xebatkarên tenduristiyê revandin û paşê jî serbest berdan.
Li gor agahiyên ku hatin hildan 3 xebatkarên tenduristiyê yên ku ji wan yek, şofêr, yek hemşîre û yê din jî teknîsyenê tipê bû ji bo îxbara "jinika ducanî" çûn Şekerliya mezraya taxa Çûkuryaylaya navçeya Tekmanê û ji hêla PKKê ve hatin girtin. Peyra di saet 04.00an de li taxa Haciomerê serbest hatin berdan.
Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Dr. Serhad Vançelîk diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê dema hatine girtin cîhaza GPSyê ya di ambûlansê de bû jî ji hêla endamên rêxistinê ve hat derxistin.