ANKARA
Hat ragihandin ku cihên rêxistina DAEŞê yên li Bakurê Sûriyeyê û cihên PKKê yên li Bakurê Iraqê hatin bombekirin.
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê daxuyanî da û diyar kir ku operasyonên ji bo ewlehî û aramiya gel dest pê kirine didomin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon di çarçoveya biryarên ku di Civîna Ewlehiyê de hatin hildan tê birêvebirin. Biryarên nû yên ji bo birêvebirina operasyonê jî di civîna saet 02.20î de bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat kirin de hatin dayîn.
-'Ji bo tewdîrên îlawe biryar hat dayîn'
Hat diyarkirin ku şaxên operasyonê bi rêve dibin agahî dan Serokwezîr Davutoglu û wiha hat gotin: "Ji bo têkoşîna bi terorê re biryarên îlawe hatin hildan û tewdîrên hewce dikin bên dayîn jî bi saziyên eleqedar re hatin parvekirin."
Ji bo parastina Komara Tirkiyeyê, welatî û aramiyê di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî rêxistinên DAEŞ, PKK û DHKP-Cyê li hundir û derveyê welêt dest bi operasyonan kirin.
Hat gotin ku di çarçoveya operasyonên li derveyê welêt tên birêvebirin de cihên rêxistina DAEŞê yên li Bakurê Sûriyeyê û cihên PKKê yên li Bakurê Iraqê ji hêla balafirên Hêzên Hewayî yên Tirkan ve hatin bombekirin û der heqê operasyonan de jî Neteweyên Yekbûyî di serî de NATO û mutefîkên Tirkiyeyê hatin agahdarkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonên li nav welêt bi destê polês û cendermeyan ve tên birêvebirin de jî li 22 bajaran operasyon hatin kirin û ji PKK, DAEŞ û rêxistinên din ên marjînal 320 kesên ku dewlet ji bo hebûna xwe wan talûke dibîne hatin binçavkirin.