20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
ANKARA
Perwerdeya nûçegihanan a "Bernameya Sertîfîkaya Nûçegihaniya Şer" a ku bi tevkariya Akademiya Xeberan a Anadolu Agencyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan da ev cara 5an e tê dayîn, dewam dike.
Qûrsiyerên ku beşdarî bernameyê dibin bi destê polês û leşkerên pispor tên perwerdekirin ku di rewşên derasayî, afat û şer da nûçegihaniyê bikin.
Di perwerdeyê da xebatkarên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Akademiya Polêsan û Serokatiya Rêveberiya Rewşên Acil û Afatê jî wezîfeyê dikin da nûçegihan ji bo tiştên dibe ku werên serê wan tên perwerdekirin û xweparastinê hîn dibin.
-Li Golbaşiyê qamp, di bendavê da dersa "di avê da li jiyanê mayîn"
Di qisma 2yan a perwerdeya ku 2 hefteyan ber xwe dide da polêsên behrê yên Midûriyeta Şaxa Benderên Behrê ya Serokatiya Daîreya Parastinê ya Midûriyeta Ewlekariya Gişkî li Bendava Kesîkkopruyê dersa di avê da li jiyanê mayînê dan.
Di hefteya ewil a perwerdeyê da pisporên AFADê dersa "Afatên Siruştî yên ku dibin mijara xeberan" dan qûrsiyeran. Nûçegihan di dersê da rêyên xweparastinê û tevgerên di dema rewşa afatê da hîn bûn.
Sîmulasyona şer
Nûçegihanên pispor ên AAyê jî di perwerdeyê da dersa nûçegihaniya şer, kameramaniya şer, wênekêşiya şer, bikaranîna teknolojiyên peykê, rê û rêzikên weşana bûyerên şer û terorê dan.
-"Her perwerde ji perwerdeya pêşiya xwe pêşketî ye"
Hayrî Çetînkuşê Alîkarê Kordînatorê Akademiya Xeberan a AAyê der barê perwerdeyê da agahî da û got ku bernameya sertîfîkayê jî nîşan dide ku çiqasî girîngiyê didin nûçegihanan û wiha pê da çû:
"Ev bernameya me ya nûçegihaniya şer ya 5an e. Her perwerde ji perwerdeya pêşiya xwe pêşketî ye. Giraniyê didin ser perwerdeya li qadê. Di van perwerdeyan da dersê didin nûçegihanan ku bira bizanibin li ciyên şer û rewşên derasayî çi derkeve pêşiyan û ew jî çi bikin. Hem nûçegihanên AAyê, hem yê medyaya Tirkiyeyê hem jî yên saziyên medyaya navneteweyî ji vê perwerdeya me îstifade dikin."