31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Parlamenterê HDPê û berdevkê partiyê Ayhan Bîlgenê ku li ser îtiraza Dozgerê Diyarbekirê careke din binçav bû hat girtin
Bîlgen bi îsnada sûcên "endambûna rêxistina terorî" ji aliyê Hakimtiya Cezayê yê Sulha 5emîn li Diyarbekirê hat girtin.
Bîlgen rojek berê jî hatibû binçavkirin û ji aliyê mehkemeyê hatibû berdan. Serdozgerê Diyarbekirê îtiraza berdana wî kir û careke din hat binçavkirin. Bîlgen di binçavkirina dawîn de hat girtin.