Parlementerê BDPê yê Şirnakê Hasip Kaplan der barê Pakêta Demokratîkbûnê de wiha got: "Me di resepsiyonê de bi Serokwezîr hevdîtinek kir û me wisa ji Serokwezîr fêhm kir ku dibêje "ev pêşnûmayek e, mirov dikare li ser biaxive û vê biguherîne. Hêj komîsyona vê heye, hêj komcivîna tevahî ya vê heye."
Kaplan pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê mijarê de bersivandin û wiha got: "Jixwe rakirina qedexeya hovane ya li ser tîpên alfabeya kurdî yên W, Q û Xê tiştekî girîng e. Ev paşvedayîna mafekî ye. Cizayên ji bo gotinên kîn û nefretê jî mihum in. Qedexeya sergirtinê rabû. Ev tev girîng in. Dest dabûn e li ser Eraziyên Mor Gabrîelê û paşvedayîna vê gaveke baş e. Jixwe ev tişt divê bihatana kirin. Me jî her tim ev tişt digotin."
Kaplan diyar kir ku weke partî jixwe pergala hevserokatiyê bi kar tînin û wiha dewam kir: "Me di resepsiyonê de bi Serokwezîr re hevdîtinek kir û me wisa ji Serokwezîr fêhm kir ku dibêje "ev pêşnûmayek e, mirov dikare li ser biaxive û vê biguherîne. Hêj komîsyona vê heye, hêj komcivîna tevahî ya vê heye. Pakêteke me jî ya demokratîkbûnê heye. Em ê hewl bidin ku li pakêta me jî binêrin. Em ê li Meclisê muxalefeta demokratîk û erênî bikin û bi vî awayî hewl bidin ku çarçoveya pakêtê firehtir bikin. Hêj dê bê ber komîsyon û Komcivîna Tevahî. Heke hikûmetê dil hebe guh bide hêvî û daxwazên me jî, em ê teqez bi muxalefeta demokratîk û erênî piştgiriyê bidin."
- Pergala hilbijartinê
Kaplan da zanîn ku ji bo verastkirina pergala hilbijartinê hin îtirazên wî hene û wiha dewam kir: "Em ji bo ku rêz û hurmetê nîşanî îradeya gel didin, dixwazin hemî astengên li ber îradeya gel bên rakirin. Pergala hilbijartinê temsîliyeta siyasî ye. Divê mirov di temsîliyeta siyasî de dadmend be. Li Tirkiyê ji 50 milyonan zêdetir hilbijêr hene. Heke li aliyekî benda hilbijartinê bê daxistin, li aliyê din ve jî pergala herêma sînordarkirî bînin wê demê Tirkiye dê derbasî rejîmeke dupartiyî bibe û ev jî ji bo pirdengiya siyasî xetereyeke mezin e."