VAN
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Osman Nûrî Gulaçar wiha got: "Ewlehî yan jî dozgerî, kê me dawet bikira, dihat zanîn ku me yê îcabetî daweta wan bikira, lê belê serê sibehê di saet 05.00an de li mala min lêgerînê kirin û ev tişteke watedar e."
Hat îdiakirin ku Gulaçar bi destûra Cîgirserdozgeriya Komarê ya Vanê hatiye binçavkirin. Gulaçar li teşkîlata bajêr a AK Partiyê bi Parlementer Gulşen Orhan û Serokê AK Partiyê yê Bajarê Vanê Abdullah Aras re civîna çapemeniyê li dar xist.
Gulaçar destnîşan kir ku bi pêvajoya 17ê çileya pêşîn dixwazin li dijî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê operasyonan pêk bînin. Gulaçar diyar kir ku nikarin hikûmetê bi van operasyonan hilweşînin, îcar berê xwe dan hin saziyên civakî yên sivîl ku bi rêxistinên derqanûn re têkildar bikin û di arenaya navneteweyî de lêpirsîna meşrûiyeta hikûmetê derxin pêş. Armanca operasyonan ev e.
Gulaçar got ku bi operasyona ku navenda wê Van e, xwestin ku serê sibehê di saet 05.00an de li mala wî jî bigerin û di medyayê de jî qampanyayeke nebaş dan destpêkirin. Nûçeyên ku li ser girtina wî hatin çêkirin derew in û wiha got: "Armanca operasyonan ne em in, ev operasyon dewama operasyona 17ê çileya pêşîn e. Buxtan avêtin min û gotin ku ew hatiye binçavkirin û ketiye hebsê. Ev xeber derew in."
Serokê AK Partiyê yê Bajêr Aras jî got ku nûçeyên di çapemeniya herêmî û netewî de derketin derew in û xebatên me yên hilbijartinê didomin.
Di vê navberê de di operasyonên dawîn de 18 kes jê ji Vanê, 25 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dê bersûcan piştî karên wan ên ewlehiyê temam bibe, sewqî adliyeyê bikin.