25 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
DİYARBAKIR
Li Hezro û Licêya navçeyên Diyarbekirê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 5 ton û 65 kîlogram esrar û 786 hazar kokên kinfê hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiya Diyarbekirê, li çolter û daristanên Licê û Hezroyê ji bo îmhakirina hişbir û malzemeyên di çêkirina hişbirê tên bikaranîn, di 22yê îlonê da operasyona "Bayrak-21 Çawişê Pispor ê Şehîd Mustafa Eser" da hat destpêkirin. Operasyona ku ji bo îmhakirina kanên fînasê yên rêxistina terorê hat destêkirin berdewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da 786 hezar kokên kinfê hatin îmhakirin, 3 ton 5 kîlogram esrara xubar tevî 2 ton û 60 kîlogram esrara xwelî va hat dîtin. Hat diyarkirin ku gelek amûrên ku sûc ên ku di îmalkirina hişbirê da tên bikaranîn hatin desteserkirin.