Muhammed Nuri Erdoğan
12 Adar 2022•Rojanekirin: 13 Adar 2022
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li Diyarbekirê Operasyona Eren Zivistan-31ê dan dest pê kirin.
Wezaretê daxuyanî da û ragihand ku ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welatê bê derxistin û kozik û şikeftên lê dimînin bên berterefkirin li Diyarbekirê Operasyona Eren Zivistan-31ê ya Diyarbekir-Arikliyê dan dest pê kirin.
Di operasyona li Diyarbekirê dest pê kir da 1130 personel û 73 tîm cî digirin.
Hat gotin ku li nav welêt ji bo terorîst ji holê bên rakirin operasyonên 'Eren Zivistan'ê bi piştgiriya gel va awayek serkeftî dewam dikin.