Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak jî beşdarî vê çalakiyê bû. Kişanak daxuyand ku bûyera ku li Roboskiyê qewimî birînek e û divê hesabê vê bê pirsîn.
Kişanak wiha axivî: "Li wir zarokên me, 34 canên me bi balafirên şer perçe perçe kirin. Lêborînekî jî nexwestin. Li Roboskiyê dayîk giriyan, hemû gelê me bi hev re giriya. Me bûyerên ku li Roboskiyê qewimîn nekire sedema kînê û hêrsê. Em dixwazin ku bila bibe sedema aştiyê."
Kişanak daxuyand ku ev muze ji bo ku li hemberî gel komkujî neyên kirin gelek girîng e.
Pêşkeşvaniya bernameyê Pinar Aydinlarê kir û hunermend Aynur Doganê jî konserek da.