Can Pakerê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Serokatiya Herêma Anadoluya Rojhilat dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew paşxaneya bûyeran nizane û dema ku mirov ji dûr ve li bûyeran dinihêre, dibîne ku ciwak zehf cidî piştgiriyê nade bûyeran.
Paker diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hem ji aliyê mirovên rojhilat û hem jî li giştiyê Tirkiyeyê hat pejirandin û li bendê ne ku pêvajo encamekê bide û wiha dewam kir:
"Ez bawer nakim ku bûyer encama pêvajoyê biguherînin. Lêbelê dibe ku astengî bikeve pêvajoyê û pêvajo dereng encamê bide. Li gor min bûyer berwext in. Civakê êdî aştî pejirand. Ez vê yekê hem ji bo rojhilat hem ji bo rojavayê dibêjim."
- Avnî Ozgurel
Avnî Ozgurelê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Cigîrserokê Herêma Egeyê ye, bi bîr xist ku koalîsyona serkêşiya wê Amerîka û Fransa dike, midaxaleyî cihê ku DÎŞI lê ye kir.
Ozgurel got ku hêzên koalîsyonê bi gelemperî li deverên neftê xist û wiha dewam kir: "Cihên ku lê dixin, xetên boriyan e, Kobanê jî di nav de li wê derê mirov hene. Li der û dora Kobanê 8 tankên DÎŞIyê hene. Zehf rast nîne ku mirov bibêje Amerîka li cihên din dikare li cîpan bixe, lê nikare li van tankan bixe."
- Ayhan Ogan
Ayhan Oganê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Sekreteriya Grûba Herêma Anadoluya Rojhilat dike îdia kir ku kurd li ser navê welatên Rojava li herêmê şer dikin û heke kurd DÎŞIyê têk bibin jî wê di bergîdana wê de Kurdistan bê avakirin. Sozê vê yekê hatiye dayîn.
- Kadîr Înanir
Kadîr Înanirê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Endamê Grûba Herêma Behra Spî ye jî got ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û wê di rojên pêş de li ser rewşê bi awayekî berfireh tiştina bibeje.
- Etyen Mahçupyan
Rojnameger û nivîskar Etyen Mahçupyanê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Endamê Grûba Herêma Anadoluyê ya Rojhilata Başûr e, got ku dema ku ji gelek aliyan ve li rewşê bênêhirin, wê bê dîtin ku valahiyek heye û vê valahiyê jî "kesên ku di nav hereketa kurdan de enerjiya wan nayê kontrolkirin" tije dike.
- Muhsîn Kizilkaya
Muhsîn Kizilkayayê ku di Heyeta Mirovên Rîspî de Endamê Grûba Herêma Behra Spî ye jî got ku di pêvajoya çareseriyê de provakasyona herî cidî duh derket.
Kizilkaya diyar kir ku li welêt beriya niha jî hedîseyên bi vî rengî derketin û wiha dewam kir:
"Bûyerên Kahramanmaraş, Çorum û Başbaglarê hate serê me. Me dersa xwe ji van bûyeran negirtiye, ev mirov pir xemgîn dike. Tişta divê bê kirin, mirov avekê li ser vî agirî bike. Divê her kes hewl bide û bi awayekî aqlê selîm tev bigere. Em tu wextî ew qas nêzî aştiyê nebûbûn. Divê em vê pêvajoyê heba nekin."