QAHÎRE
Nûçegihanê TRTê yê Qahîreyê Metîn Turan û 83 kesên ku bi hinceta "teşwîqkirina tundiyê" dihatin darizandin, ji bo ku serbest berdin ji Girtîgeha Torayê derxistin û anîn Miduriya Ewlehiyê ya Qahîreyê.
Turan dema ku ji wesaîta girtîgehê peya bû, destê xwe ji rayedarên Balyozxaneya Tirk re hejand. Xizmên 83 girtiyên din jî şa bûn û tekbîr anîn.