Aynur Ekiz
07 Tebax 2023•Rojanekirin: 08 Tebax 2023
CHPyê der barê xebatên qada madenê ya li herêma Akbelenê ya li Mîlasa navçeya Muglayê da pêşniyarnameyek da Meclisê ku Lijneya Giştî ya TBMMyê wê sibê derasayî bicive ku ev mijar bê mizakerekirin.
Ji bo ku Lijneya Giştî ya TBMMyê bicive divê 200 parlamenter beşdarî civînê bibin. Heke ev hejmar têrê neke civîn wê betal bibe.
Di civinê da pêşniyarnameya der barê xebatên qada madenê ya li herêma Akbelenê ya li Mîlasa navçeya Muglayê da wê bê axaftin.
Piştî mizakere qediya herî kêm 151 kes divê deng bidin ku ev mijar paşê bê axaftin.
Paşê bi şerta ji 2 rojan kêmtir nebe û ji 7 rojan zêdetir nebe roj wê bê diyarkirin ku mijar bi giştî bê axaftin.