ANKARA
Meclis heta 1ê cotmehê di tetîlê de ye.
Di Lijneya Gişkî de beşa 5an a Qanûna Xebatê, di hin qanûn û biryarên wek qanûnan de guherîn û pêşniyaza berhevkirina deynan a ku wek "Qanûna Torbe tê zanîn hat qabûlkirin. Qanûn bi tevahî ji 148 xalan pêk tê, di civînê de xalên di navbera 102 û 126an hatin qebûlkirin û paşê jî Lijneya Şêwirmendiyê hat pêşniyazkirin.
Bi qebûlkirina pêzniyazê ve Meclis heta 1ê cotmehê ket tetîlê.
Cîgirserokê Meclisê Sadik Yakut biryar da ku rûniştina ji pey vê bira di 1ê cotmehê de di saet 15.0an de bê kirin. Yakut dema ku rûniştin dawî kir bi henek got "Ya rebbî şikur".