Yildiz beşdarî bernameya Projeya Şahdenîz ya Hevkariya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê (TPAO) bû û daxuyanî da rojnamegeran. Yildiz destnîşan kir ku Iraq di qada neft û xaza sirûştî de gelek dewlemend e, lê ji ber bêaramiyê welat ji cihê ku heq dike gelek dûr e.
Yildiz der heqê lêgerînên neftê yên ku li Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin de jî wiha got: "Me bi raya giştî re parve nekir, lê li Iraqê me sondaja xwe ya ewil vekiribû, lê ewlehiya canê xebatkarên me yên wê derê ji neft û pere girîngtir e. Ji bo vê me tewdîrên xwe girtin. Niha xebatên me yên li wê derê hatin sekinandin. Li wê derê dema ku me dît pirsgirêka ewlehiyê nemaye, em ê ji nû ve dest bi xebatên xwe bikin. Em li wê derê bi 6 blokî ve bi saziyeke navneteweyî re şirîkatiyê dikin. Ji bo me wext lazim e û divê em sebir bikin."