21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ÎSTANBUL
Hat gotin ku PKKê rêxistinên wek TAKê ava kirine û dema ku çalakiyên li ser sivîlan dike, tîne dixe stûyê rêxistinên wek TAKê û raya giştî dixalifîne.
Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk (SAM) a Zanîngeha Başkentê Ercan Çîtlîoglu der heqê êrîşa terorê a ku di 13ê adarê da li Enqerê çêbû û rêxistineke kadroya wê ya rêvebiriyê ne diyar e û navê TAKê lê kirine da daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Çîtlîoglu got ku bi taybetî rêxistinên terorê yên li ser nijadê ava bûne û rêxistinên terorê yên girseyî di çalakiyan da navên din bi kar tînin, PKK jî vê yekê dike.
Çîtlîoglu got ku rêxistina TAKê mînaka vê ye û ji ber ku di êrîşa Enqerê da sivîl hatin kuştin, PKKê TAK derxist piyasê.
Çîtlîoglu destnîşan kir ku her çend TAKê êrîş hildabe ser xwe jî, ev yek berpirsiyariya PKKê ji holê ranake û wiha dewam kir: "Ji ber PKK dizane ku sivîlan bixe hedef jê ra ne baş e, di çalakiyên xwe da navê PYDê bi kar nayne, naxwaze çalakî bi PYDê ra werin têkildarkirin. Lewra PYD di lîsteya rêxistinên terorê da nîne, naxwaze vê avantajê winda bike."
Lêkolînerê Ewlehiyê yê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civatê (SETA) Veysel Kurt jî got ku PKK xwe wek rêxistineke siyasal û leşkerî pêşkêşî raya giştî dike, lêbelê ji ber ku di çalakiyên wê da sivîl zêdetir dimirin, serî li rê û rêbazên cuda dide.
Kurt got ku her kes dizane ku ev çalakî ji aliyê PKKê va hatin kirin, PKK bi krîza Sûriyê va DAEŞê dike hincet ku "meşrûiyeta navneteweyî" çêbike.
Kurt diyar kir, ji bo ku zedeyê dide îmaja wê û rûyê PKKê yê rastîn derdixe holê, avêt stûyê rêxistineke ku bi xwe ava kiriye û wiha dewam kir: "TAK çi ye nayê zanîn, rêvebirên wê ji kê pêk tên nayê zanîn, tenê bi serê xwe hereket dike, ji tu derê fermanê nagre. Rêxistineke piçûk e. Ango kes jê hesab napirse, ew jî nizanin ka kî ne. TAKê bi vî şeklî pêşkêş dikin û çalakiyan diavêjin stûyê wê."